Li Herêma Kurdistanê 528 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 528 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 528 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 10 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 528 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 82 kes li Hewlêrê, 233 kes li Silêmaniyê, 167 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 44 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 2  kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 594 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 187 kes li Hewlêrê, 221 kes li Silêmaniyê, 122 kes li Duhokê, 11 kes li Helebceyê, 48 kes li Germiyanê û 6 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 175409

Mirin: 4349

Başbûn: 163268

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.