Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 34 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 34 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 34 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 2 kes li Hesekê, 2 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 3 kes li Kobanî, 7 kes li Reqayê, 2 kes li Tebqayê, 8 kes li Dêrezorê, 3 kes li Minbicê, 3 kes li Şehbayê, 1 kes li Kampa Holê û 1 kes li Kampa Roj e.
Herwiha hat eşkerekirin ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18281 kesan, ji wan 1843 kes baş bûne û 752 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.