Hikûmet hewl dide vaksîna Koronayê rasterast bo welatiyan dabîn bike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel kompaniyên vaksînê di gotûbêjan de ye, da ku vaksîna pêwîst rasterast ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê dabîn bike.
Hewlêr (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel kompaniyên vaksînê di gotûbêjan de ye, da ku vaksîna pêwîst rasterast ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê dabîn bike.
Berpirsên tendirustiyê yên Herêma Kurdistanê diyar dikin ku her hefte para Herêma Kurdistanê ya vaksînê ji Iraqê tê û bi rêya navendên taybet ên lêdana vaksînê digihîje welatiyan.
Li gor amaran jî heta niha zêdetirî 800 hezar kes li Iraqê û 200 hezar kes li Herêma Kurdistanê vaksîna Koronayê wergirtine.
Di heman demê de amadekarî hatine kirin ku heta dawiya îsal zêdetirî %20 - %30yê welatiyan vaksînê werbigrin.
Li Herêma Kurdistanê ku zêdetirî 60 navendên lêdana vaksîna Koronayê hene, ku welatiyên Herêmê bi rêya wan derzî werdigrin, Rêveberê Navenda Lêdana Vaksînê ya Nexweşxaneya Rizgarî Dr. Herdî Salih diyar dike ku tenê li cem wan rojane 150 – 200 hemwelatî vaksînê werdigrin.
Heta niha tenê %3yê nişteciyên Iraq û Herêma Kurdistanê vaksîna dijî Koronayê wergirtine, tevî ku amadekarî hatiye kirin ku heta dawiya îsal, zêdetirî %20 - %30yê welatiyan vaksînê werbigrin.