Li Tirkiye û Bakur di rojekê de 1.4 milyon welatî hatin vaksînkirin

Li gorî ragihandina Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê di rojekê de nêzîkî mîlyonek û nîv welatî hatin vaksînkirin.

Diyarbekir (K24) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê proseya vaksînkirina welatiyan berdewam e.  Li gorî ragihandina Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê di rojekê de nêzîkî mîlyonek û nîv welatî hatin vaksînkirin. Rêveberên saziyên tenduristiyê dibêjin ku piraniya welatiyan jî êdî dizanin ku tenê bi vaksînê dikarin ji vîrûsa koronayê xilas bibin.

Li Tirkiye û Bakur roj bi roj hejmara welatiyên ku tên vaksînkirin zêde dibe. Piştî ku temenê vaksînkirinê heta 35ê hat daxistin û biryara vaksînkirina hemû welatiyên xwedî sîgorte hat dayîn hejmara vaksînkiriyan zêde bû. Li gorî ragihandina Wezareta Tenduristiyê di rojekê de nêzîkî milyon û nîv welatî hatin vaksînkirin.

Rêveberê nexweşxaneyeke taybet Mehmet Saît Avar got; sîstema vaksînkirinê ya Wezareta Tenduristiyê baş birêve diçe û welatiyên ku dora wan ya vaksînbûna tê bi aramî vaksîn dibin.

Mehmet Saît Avar ji K24ê re ragihand: “Em dibînin ku li Diyarbekirê bo vaksînê eleqeyeke baş heye. Welatî êdî dizanin ku tenê bi vaksînkirinê mirov dikare vê vîrûsê ji holê rake. Pabendîbûna welatiyan bo rênimayan jî baş e.  Bi vê yekê em hêvî dikin ku em ê vegerin wan rojên xwe yên xweş.  Bila welatî xwe ji vaksînê nedin paş.”

Li 18 hezar û 500 navendan nêzîkî 50 hezar xebatkarên tenduristiyê welatiyan vaksîn dikin. Li nexweşxaneyên dewletê, nexweşxaneyên zanîngehan, nexweşxaneyên taybet û binkeyên tenduristiyê proseya vaksînkirinê birêve diçe. Welatiyên ku dora wan ya vaksînê hatine bi keyfxweşî li navendên tenduristiyê vaksînê werdigrin.

Welatiyek bi navê Bedretîn Gultekîn ji K24ê re diyar kir: “Ez bi koronavîrûsê neketime lê belê vaksînbûn gelek mihûm e, divê her kes vaksîn bibe da ku em vê nexweşiyê ji holê rakin. Divê hemû welatiyên me vaksîn bibin.”

Herwiha welatiyê bi navê Emrah Star jî eşkere kir: “Min ji beriya 6 mehan kovîd derbas kir. Ev saleke û nîv e me jiyaneke zehme derbas kir. Me gelek tengasî kişand. Em dixwazin ev nexweşî çareser bibe û em jê xilas bibin. Ji ber vê yekê divê em vaksîna xwe webigrin.”

Li gorî daneyên fermî yên Wezareta Tenduristiyê, nêzîkî 25 milyon welatî vaksîna yekem û 15 milyon welatî jî vaksîna duyem ya koronavîrûsê li xwe dan. Bi giştî nêzîkî 40 milyon welatî hatine vaksînkirin.  Heta niha li Diyarbekirê 360 hezar, li Rihayê 300 hezar, li Wanê 250 hezar û li Mêrdînê jî 142 hezar welatî hatine vaksînkirin.  Proseya vaksînkirinê bênavber berdewam dike.