Li Tirkiyê 255 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 255 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tirkiye Korona
Tirkiye Korona

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 255 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 29ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 17 hezar û 332 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha di 24 demjimêran de 11 hezar û 396 kes baş bûne.