Li Tirkiyê 21 hezar û 893 kesên din bi Koronayê ketin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 252 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 252 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 31ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 21 hezar û 893 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha di 24 demjimêran de 14 hezar û 106 kes baş bûne.