Li Tirkiyê 23 hezar û 946 kesên din bi Koronayê ketin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 290 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Nexweşxaneyek li Tirkiyê
Nexweşxaneyek li Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 290 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 1ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 23 hezar û 946 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha di 24 demjimêran de 15 hezar û 164 kes baş bûne.