Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana ziyandîtî yên Şarê Zêrîn û gundê Korî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Şarê Zêrîn û gundê Korî yên Hewlêrê kir û bi ziyandîtiyên lehiyê re civiya.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Şarê Zêrîn û gundê Korî yên Hewlêrê kir û bi ziyandîtiyên lehiyê re civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel saziyên peywendîdar ên hikûmetê û Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw serdana zivandîtî yên lehiya duh a Hewlêrê kir.
Mesrûr Barzanî spasiya dezgehên peywendîdar ên hikûmetê kir ji ber ku bi hawara xelkê de çûne û amaje bi wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê hemû alîkarî û hevkariyên pêwîst pêşkeşî ziyandîtiyên lehiyê bike û ligor derfetan ew ê wan malbatên zirar dîtine qerebû bikin.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir berpirsên hikûmetê pêwîst e her dem xizmetkarê xelkê bin û heta ku ji destê wan bê ew ê xizmeta xelkê bikin.