Fraksiyona PDKê balê dikşîne ser mijara koçberan
"Plana birçîkirina Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, hederkirina serweta giştî û hebûna çekdarên PKKê li deverên sînorî, sedemên sereke yên koça ciwanan bo derveyî welat in."
Hewlêr (K24) – Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Pêşewa Hewramanî ragihand; plana birçîkirina Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, hederkirina serweta giştî û hebûna çekdarên PKKê li deverên sînorî, sedemên sereke yên koça ciwanan bo derveyî welat in.
Pêşewa Hewramanî di civîneke rojnamevaniyê de ragihand; zêdetirî şeş meh beriya niha bal kişandine ser vê kêşeyê, lê belê Serokatiya Parlamentoyê ev mijar nexistiye bernameya kar.
Hewramanî rexne li parlamentoyê girt ku girîngî nade mijareke wisa girîng û divê Serokê Parlamentoyê bala xwe bide vê mijarê.
Berdevkê Franksiyona PDKê diyar kir: “Kêşeya koçberan li Polandayê nîne, divê li vir kêşe werin çareserkirin, divê Parlamentoya Kurdistanê girîngî bide vê mijarê, her çiqas me ji Serokê Parlamentoyê daxwaz kir derfet bide me ku li ser kêşeya koçberan gotûbêj were kirin, lê derfet ji me re nehat dayîn, loma me jî rûniştina parlamentoyê boykot kir.”