Dîdara Geştiyariya Berfê li Riwandizê dest pê dike

Ji bo pêşwazîkirina li geştiyaran di werza zivistanê de “Dîdara Geştiyariya Berfê” bi sponseriya Kurdistan24 li Riwandizê birêve diçe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca zêdekirina hevahengiyê di navbera kompanyayên geştiyarî û saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê û Iraqê de û ji bo pêşwazîkirina li geştiyaran di werza zivistanê de “Dîdara Geştiyariya Berfê” bi sponseriya Kurdistan24 li Riwandizê birêve diçe.

Dîdara Geştiyariya Berfê, îro demjimêr 11:00 bi amadebûna Serperiştyarê Îdareya Soranê Helgurd, Şêx Necîb, Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariyê û nûnerên hejmarek ji kompaniyên geştiyariyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê dest pê bike.

Rêveberê Geştûguzariya Soranê Barzanî Mihemed ji K24ê re ragihand, beşeke mezin ji kompanyayên geştiyariyê yên Iraqê Herêma Kurdistanê, aliyên pêwendîdar ên Îdareya Soranê û sektora taybet ên geştiyariyê yên Soranê beşdarî dîdarê dibin.

Got jî: Pêştir hin gilî ji aliyê kompanyayên geştiyariyê li hevdu hebûn, em dixwazin di vê dîdarê de bi aşkere li ser pirsgirêkan biaxivin û çareser bikin, ta bikarin hejmareke zêde ji geştiyaran bên deverê.

Da zanîn jî: Navê dîdarê, Dîdara Geştiyariya Berfê ye ji ber ku bi hatina werzê berfbarînê li vê deverê re hevdem e.

Fly Erbil Advertisment