Li ber dîwarên bircên Diyarbekirê çîroka 2 jinên kedkar

Pişta xwe dane bircên Diyarbekirê û tevî temenê xwe yê mezin bi firotina berhemên bi keda destan hatine çêkirin, hewl didin ku debara xwe bikin.

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê 2 jinên ku yek 77 salî ye û yek jî 60 salî ye pişta xwe dane bircên Diyarbekirê û tevî temenê xwe yê mezin bi firotina berhemên bi keda destan hatine çêkirin, hewl didin ku debara xwe bikin.

Gelek mirov ji ber şert û mercên jiyanê yên giran neçar dimînin ku tevî temenê xwe yên bilind di îxtiyariyê de jî kar bikin da ku bikaribin debara xwe pê bikin. Mînakên balkêş yên rewşên wisa hene ku 2 pîrekên pala xwe dane Bircên Diyarbekirê jî bi vî awayî hember şert û mercên giran ên jiyanê ber xwe didin.

Du jinên ku qedera wan jî wek navê wan yek e bi berhemên ku bi keda destan hatine çêkirin difiroşin û navê herduyan jî Sedîqe ye. Sedîqe Bayram li aliyekî Deriyê Guharî yê Bircên Diyarbekirê ye û dezgeha daniye ku bikaribe nanek bibe mala xwe. Sedîqe Bayram 77 salî ye û demek dirêj e ji xizaniyê vî karî dike û tevî temenê xwe dixwaze bi keda eniya xwe dahatek bi dest bixe.

Sedîqe Bayram ji K24ê re diyar kir: “Zarokên min bêkar in. 15 sal in ez vî karî dikim. Van patikên biçûk ez çêdikim. Yên din jî ji Çermukê tên. Carnan serfetah jî tine. Ji ber feqîriya dinê ez vî karî dikim. Roj heye 1 lîre jî nakeve destê min. Roj heye 20-30 lîre dikeve destê min. Roj heye quruş tine, serfeteh tine. Rojê sar bin em nayên. Rojên xweş em tên. Gedê min hûr in. Ezeb in. Bêkar in. Xaniyê kirê ye. Me pişta xwe daye Xwedê û me pişta xwe daye kevirê Diyarbekir.”

Sedîqe Keskîn jî 60 salî ye û li aliyê din ê Deriyê Guharî dezgeha xwe daniye û li benda kiriyaran pal daye kevirên dîrokî. Sedîqe Keskîn amaje dike ji ber ku rojên yekşemê geştiyar gelek tên nav Bircên Diyarbekirê rojên yekşemê li ber bircan û rojên din jî li nav bajêr digere.

Keskîn dibêje: “Ez tenê me. Kesek min tine. Extiyar im. Ji xwe re vî karî dikim. Temenê min 60 e. 20 sal in vî karî dikim. Xaniyê kirê de me. Kesek min tine. Hema xwedê teala îdare dike. Maaşê min jî tine. Mêrê min jin aniye ser min, min xwedî nake. Ew li cem jina xwe ye, ez jî li vê derê tenê me. Zarokê min jî 1 tenê heye, ew jî tenê dikare îdaera xwe bike. Zarokê wî hene, jina wî heye. Encex dikare îdara xwe û zarokên xwe bike.”

Sedîqe Bayram a 77 salî û Sedîqe Keskîn a 60 salî dibêjin ji xwe rewşa wan a aboriyê nebaş e û hewl didin bi keda xwe debara xwe bikin lê metirsiya wan a herî mezin ew e ku bikevin ber destan û ji bo ku mehtacê ti kesan nebin bi xwehdana xwe dahatek neberketî be jî jiyana xwe didomînin.