Serok Barzanî di pirtûka xwe çawa behsa Idrîs Barzanî dike?

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di pirtûka “Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd – Şoreşa Gulanê” de amaje bi Kak Idrîs Barzanî kiriye û diyar dike “Kak Idrîs mirovekî gewre bû û gewrebûna wî jî di têgihîştin û pêgehîştina wî bû û ev yek jî bûbû sedema nermbûna wî.”
Serok Barzanî di pirtûka xwe de li ser Kak Idrîs nivîsiye: “Ew kesekî canfîda û bexşendekar bû û bîr li tolhilanînê nedikir. Wî gelek caran mirovên asayî û hejar wek endamên malbata xwe dizanî.”
.jpg)
Barzanî di bîranîna Kak Idrîs Barzanî de behsa hesta hevkariya wî kiriye û got: "Vê yekê hiştiye ku Kak Idrîs cihê xwe di dilê gel û hemû kesan de çêkiriye û wî wekî alîgir û rizgarkarê xwe bizanin.”
Serok Barzanî amaje bi wê jî kir, “tevî ku hemû ew hemû metirsî hebûn, gelek caran Kak Idrîs birîndar û Pêşmerge li mala xwe diparastin û ji bo dermankirina wan, ew li ser erkê xwe dişandin bexweşxaneyan.”
.jpg)
Kak Îdrîs Barzanî di Adara 1944an de li navçeya Barzanî di hembêza malbatekê de ji dayik bû. Roja 31ê Çileya 1987ê, ji ber nexweşiya koça dawiyê kir û li gundê Sîlwana ya ser bi bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi xakê hat spardin.
Piştî raperîna 1991ê û rizgarkirina beşeke mezin ji xaka Kurdistanê, di 6ê Cotmeha 1993an termê Rêberê Tevgera Netewî Mele Mistefa û serkirdeyê diyar ê tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê Îdrîs Barzanî, ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê hatin veguhastin û li gundê Barzanê bi axê hatin spartin.