Li Laleşê Cejna Çila tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cejna Çileya Zivistanê, yek ji cejn û boneyên olî yên Êzidiyan e û Oldar û çilgirtên Êzidiyan, çil rojan rojiyê digirin. Piştî Çile bi dawî dibe, cejn li perestgeha Laleşê ji aliyê kesên ku roji girtine ve tê kirin.

Ev cejn taybet e bi kesên ku çil rojên Zivistanê rojiyê digirin û li ser Babe Şêx û cewqeta wî, older û çilegiran ferz e. Çilgir netenê ji xwarinê dûr dikevin, lê belê ew bi zar û ziman, guh û çevên xwe bi rojî dibin û tenê karê wan çakî, dua û xwedaperestin e.

Rojiya Çile ku di roja 25ê Berçile dest pê dike û 2ê Sibatê bi dawî dibe û dibe cejn. Rojiya Çile ne li ser hemû Êzidiyan ferz e.

Fly Erbil Advertisment