Li Diyarbekirê esnafên bazaran bihayên xurekan protesto dikin

Li navenda Diyarbekirê li bazara gerok a fêkî û sebzeyan a ber Qada Newrozê esnafan ji bo protestokirina bihayên sebze û fêkiyan çalakiyek dengî li dar xistin

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê esnafên bazarên gerok bihayên xurekan protesto dikin û didin zanîn ku ji ber bilindbûna bihayên fêkî û sebzeyan êdî welatî weke berê danûstanê nakin û ji ber vê yekê jî rewşa esnafan her ku diça xirab dibe.

Li navenda Diyarbekirê li bazara gerok a fêkî û sebzeyan a ber Qada Newrozê esnafan ji bo protestokirina bihayên sebze û fêkiyan çalakiyek dengî li dar xistin.

Esnafan bi kêr û kefçiyan li hêsinên dezgehên xwe dan û çalakiya dengderxistinê li dar xistin.

Esnaf dibêjin ji ber ku ew jî fêkî û sebzeyan bi bihayeke zêde dikirrin êdî neçar in li gor wê yekê bifiroşin û ji ber vê rewşê jî welatî wekî berê danûstanê nakin.

Dema rewş wisa be jî rewşa aboriya esnafan jî xirab dibe. Wek mînak 1 kîlo firingî di meha îlon a 2021an de 12 lîre bû lê di mehan de 2 qat zêde bû û di meha sibata 2022an de 1 kîlo firingî bûye 24 lîre.