78 quriş zam hat ser nirxê benzînê
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgerên di nirxên dolar û petrolê de rû didin bandora xwe li nirxê benzînê jî dike. Di vê çarçoveyê de jî hat ragihandin ku ji 11ê Gulanê pê ve 78 quriş zam hat ser nirxê benzînê û lîtreya benzînê ji 21 lîreyî derbas bû.
Ji aliyê Lijneya Pişkinîna Bazara Enerjiyê EPDK ve hat ragihandin ku ji 11ê Gulanê pê ve 78 quriş zam hatiye ser nirxê benzînê ku bi vê yekê nirxê benzînê ji 21 lîreyî zêdetir bû.
Beriya Cejna Remezanê jî di 30ê Nîsanê de roja şemiyê 1 û 33 qurîş zam hatibû ser nirxê benzînê.
Ji ber ku di kar û barên nakliyatê ango veguhastinê de sotemenî ciheke girîng digire, guhertinên bihayên benzînê rasterast bandora xwe li bihayên hemu xurek û kelupelan dike ku ev yek jî dibe sedem hêza danûstanê ya welatiyan dakeve.