Parêzgarê nû yê Diyarbekirê Alî Îhsan Su dest bi kar kir

Parêzgarê nû yê Diyarbekirê Alî Îhsan Su
Parêzgarê nû yê Diyarbekirê Alî Îhsan Su

Diyarbekir (K24) – Parêzgarê nû yê Diyarbekirê Alî Îhsan Su, îro bi rêûresmekê dest bi kar kir.

Piştî ku bi Biryarnameya Serokomariya Tirkiyeyê parêzgarê berê yê Diyarbekirê Munîr Karaloglu ji kar hat girtin li şûna wî parêzgarê bajarê Mêrsînê Alî Îlhsan Su wek parêzgarê nû yê Diyarbekirê hat erkdarkirin.

Parêzgar Alî Îhsan Su, di rêûresma destbikarbûna xwe de got; ew bi biryarnameya Serokomariyê hatiye erkdarkirin û ew keyfxweş e ku bûye parêzgarê Diyarbekirê û dê ji bo pêşvebirina bajêr bixebite.