Erdogan îro serdana Wanê dike

Tê çaverêkirin ku Erdogan, derbarê pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên abûrî de peyaman bide.

Wan (K24) - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan îro serdana bajarê Wanê dike. Tê çaverêkirin ku Erdogan, derbarê pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên abûrî de peyaman bide. Siyasetmedarên AK Partiyê dibêjin; ew çaverêyî peyamên bihêz in. Welatî jî dixwazin ku ji bo qeyrana abûrî çareseriyek bê peydakirin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, piştî 19 mehan careke serdana bajarê Wanê dike. Erdogan dê beşdarî mîtînga vekirina 156 kargeh û destpêkirina hin projeyan bibe. Li gorî serdanên berê pankart û nivîsên kurdî yên pêşwazîkirina Erdogan vê carê gelek kêm bûn. Li hemû kuçe û kolanên sereke yên bajêr alayên Tirkiyeyê, flamayên AK Partiyê û wêneyên Erdogan hatin daliqandin. Li bajêr tedbîrên ewlekariyê bi awayekî berfireh hatine girtin.

Ji 8 parlementerên Wanê, 3 di destê AK Partiyê de ne; 5 jî di destê HDPê de ne. AK Partî dixwaze ku rêjeya dengên xwe li Wanê jî zêde bike. Li gorî nirxandina parlementerê AK Partiyê yê Wanê Abdulehed Arvas, Erdogan dê zêdetir derbarê rewşa abûriyê de peyaman bide lê dibe ku derbarê meseleya kurd de hîn tiştên nû bêje.

Parlementerê AK Partiyê yê Wanê Abdulehed Arvas ji K24ê re ragihand: “Li gorî min dê peyamên birêz Erdogan zêdetir di derbarê rewşa abûriyê de bin. Da ji bo gêncan zêdetir derfetên kar peyda bibin dê berê binê gelek kargehan bê danîn. Peyamên din jî ez nizanim dê çi bin lê ez umêdwarim ku dê peyamên baş bide.”

Wan bajarê herî mezin yê Herêma Serhedê ye. Serjimêra wê milyonek û 125 hezar e. Zêdetirê %60ê nifûsa Wanê ciwan in. Lê piraniya ciwanan bêkar in û ji bo peydakirina kar berê xwe didin bajarên rojavayê Tirkiyeyê.

Welatî dixwazin ku hikûmet hejmara geştên asmanî zêde bike, giringî bi razemeniyên geştyariyê bên dayîn û bazirganiya di navbera Îran û Tirkiyeyê de geş bike.

Siyasetmedarên AK Partiyê hebûna pirsgirêkên abûrî qebûl dikin lê dibêjin; dîsa her dê hikûmeta AK Partiyê van pirsgirêkan çareser bike. Lê belê beşeke welatiyan ne di wê baweriyê de ne û dibêjin; hê jî meseleya kurd nehatiye çareserkirin û ji ber giranbûna nirxên kelepelan jî êdî ew nikarin debara xwe bikin.

Serokê berê yê Rêxistina Navçeya Westan a AK Partiyê Bedirxan Erdem ji K24ê re eşkere kir: “Dema ku AK Partî bû desthilatdar gelek pirsgirêkên mezin ji holê rakirin, belê; hê jî hin kêmasî hene lê dê dîsa AK Partî van kêmasiyan çareser bike. Miletê me dibêje Serokomar Tayîp Erdogan berê tiştên baş kirine dê umêd heye ku dîsa tiştên baş bike. Helbet pirsgirêkên abûrî hene lê em di wê baweriyê de ne ku dê dîsa Erdogan van pirsgirêkan çareser bike.”

Welatiyekî bi navê Xurşîd Abo diyar kir: “Eger ku Erdogan meseleya Kurdan çareser bikara wê demê dê ew bibûya mirovekî baş. Heta ku Erdogan vê meseleyê çareser neke nebaş e. Mesele ev e.”

Welatiyê bi navê Mihemed Emîn Birahîm jî dibêje: “Bila Erogan bi xêr bêt lê belê gelek gazindên me ji birêz Erdogan hene. Birêz Erdogan bûye sebeb ku lîtreyeke mezot bûye 28,5 lîre. Berê ez dixebitîm û min şeş zarok xwedî dikirin lê niha em heşt kes dixebitin lê em nikarin zarokan xwedî bikin. Em i Erdogan dixwazin ku vê xwînî bisekinîne. Êdî milet nikare debara xwe bike. Rewşa milet gelek lewaz e.”

Di hilbijartinên giştî yên 2018an de li Wanê Selahedîn Demîrtaş ji %58,4 ango 300 hezar, Erdogan ji %35,4 ango 182 hezar, , Muharem Înce jî %4,5 ango, 22 hezar deng wergirtin. Di hilbijrtinên rêveberiyên herêmî yên 2019an de namzede HDPê, %54, namzede AK Partiyê %40,5 û namzede CHPê jî %1,9ê dengên wergirtibûn. 

HDPê şaredariya bajarê mezin bi dest xist lê dûv re şaredar ji peywîr hat girtin û li şûna wî qeyûm hat danîn. Li gorî encamên hin rapirsiyan rêjeya dengên AK Partiyê li Wanê jî kêm dibe. Lê rayedarên AK Partiyê vê yekê red dikin.

Hem partiyên desthilatdariyê hem jî opozîsyon hilbijiartinên giştî yên 2023yan ji aliyê xwe ve wekî meseleya man û nemanê dinirxînin û dixwazin ku bi xebatên bênavber rêjeya dengên xwe zêde bikin.