Li Diyarbekirê 16 rojnameger hatin zindanîkirin

Desteserkirina wan rojnamegeran gelek karvedanên nerazîbûnê li pişt xwe anîbûn

Adliya Diyarbekirê
Adliya Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê 16 rojnamegerên ku berî çend rojan hatibûn binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hatin zindanîkirin, 5 jî bi merc hatin azadkirin.

Li Diyarbekirê, di 8ê Hezîranê de 22 rojnameger û xebatkarên rojnamegeriyê hatibûn desteserkirin. Piştî desteserkirin û dadgehkirina ku 8 rojan dewam kir, 16 rojnameger ji aliyê dadgehê ve hatin zindanîkirin, 5 jî bi merc hatin azadkirin.

Ew rojnameger ku piraniya wan endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat û xebatkarên Ajansa Mezopotamya û Jinnewsê ne, bi tohmeta ku bangeşiya PKKê kirine hatin zindanîkirin.

Desteserkirina wan rojnamegeran gelek karvedanên nerazîbûnê li pişt xwe anîbûn, duhî jî Komeleya  Rojnamegeran a Dîcle Firatê li ber Avahiya Dadê ya Diyarbekirê derbarê binçavkirina rojanmegeran de civînek çapemeniyê li dar xist û got, tê xwestin dengê çapemeniya azad were qutkirin.

 

Fly Erbil Advertisment