Rê ji bo firokeyeke Îranî nehat dayîn li Hewlêrê dakeve

Wê firokeya Îranî zanyariyên yasayî li ser xwe nedan

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê rê nade firokeyeke Îranê li firokxaneyê dakeve.

Rêveberê Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ragihand, biryar bû îro firokeyeke Îranî ji bajarê Urmiyê bê Hewlêrê, lê ji ber hin rêkarên yasayî yên firokvaniyê, rê ji bo nehat dayîn li Firokxaneya Navdewletî ya dakeve.

Ehmed Hoşyar got jî: Ji berî 4 rojan ve me daxwaza zanyariyan derbarê wê firokeyê ji hêla asmanî ya Îranê kiriye ku zanyariyên temam li ser wê firokeyê û rêwiyên wê bide, lê hêla asmanî ya Îranê red kir ti zanyariyan bide, ji ber wê jî rê ji bo wê firokeya Îranê nehat dayîn li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê dakeve.