Di salvegera danîna qeyûman de pergala qeyûm tê nîqaşkirin

Di 19ê Tebaxa 2019an de bi biryara Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê qeyûm bo şaredariyên bajarên mezin ên wek Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê hatin danîn.

Diyarbekir (K24) - Di 19ê Tebaxa 2019an de bi biryara Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê qeyûm bo şaredariyên bajarên mezin ên wek Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê hatin danîn paşê jî bo 48 şaredariyên HDPê qeyûm hatin danîn û HDPê ev yek wek tolhildana desthilatê bi nav kir.

Di salvegera danîna qeyûman ser şaredariyên bajarên mezin ên Diyarbekir, Mêrdîn, Wanê de pergala danîna qeyûman dîsa di rojevê de ye û HDP danîna qeyûman wek xespkirina vîna gel dinirxîne û şaredarên ku şûna wan qeyûm  hatine danîn jî dibêjin li Tirkiyê hiqûqa ku li gel kurdan tê bikaranîn hiqûqek cuda ye û dema ku mijar bibe Kurd pergal dikare bi hêsanî hiqûqê bin pê bike û danîna qeyûman jî mînaka vê rewşê ye.

Serokê berê yê Şaredariya Pîran Abdulsamet Bîlgîn ku li şûna wî qeyûm hatiye danîn, ji K24ê re diyar kir: “Şaredarên MHP û Ak Partiyê jî hatin girtin lê şûna wan di meclîsa şaredariyê de hilbijartin hat kirin û kesê hatî hilbijartin bû şaredar. Lê dema mijar bibe şaredariyên HDPê an jî şaredariyên Kurdan ji dêvla ku hilbijartinê bikin, qeyûm datînin.”

Di pergala qeyûman da gelek karkerên ji aliyê şaredaran ve hatibûn wergirtin jî ji kar hatin derxistin û karkerên ji kar hatin derxistin jî dibêjin armanca danîna qeyûman ew e ku gelê kurd nebe xwedî erkê xwerêvebirinê.

Cîgirê berê yê Şaredariya Bismilê Abdullah Bozkuş ku ji karê xwe hatiye dûrxistin, ji K24ê re diyar kir: “Pergala qeyûm xespkirina îradeya gel e. Naxwazin gelê Kurd li bajarên xwe bibe desthilat û li bajarên xwe, xwe birêve bibe.”

Di hilbijartinên şaredariyê yên 31ê adarê de HDPê 65 şaredarî bi dest xist, mezbeteya 6 şaredariyan nehat dayîn û bo 48 şaredariyan jî qeyûm hat danîn, dî hilbijartinên 2014an de jî HDPê 102 şaredarî bi dest xist û paşê jî bo 96 şaredariyan qeyûm hat danîn.

Li aliyekê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê dibêje ji ber ku têkiliyên wan bi rêxistina neyasayî re hebû qeyûm hatiye danîn, lê HDP dibêje desthilat danîna qeyûman wek tolhildanekê bi kar tîne.