Kampa Holê.. Malbatê DAIŞê 2 endamên asayîşê birîndar kirin

Kampa Holê
Kampa Holê

Navenda Nûçeyan (K24) – Malbatên çekdarên DAIŞê li kampa Holê ya li Hesekê êrîşî edamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) kirin û di encamê de 2 endamên asayişê yên jin birîndar bûn.

Li kampa Holê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya HSDê ji heyama 3 rojan ve operasyonek daye destpêkirin, malbatên çekdarên DAIŞê jî li dijî vê operasyonê astengiyên derdxin.

Hat zanîn ku malbatên DAIŞê îro şemiyê êrîşî endamên asayîşa di nava kampa Holê de kirin û 2 endam asayişê yên jin birîndar kirin.

Ji aliyekî din ve, malbatên DAIŞê agir bi hejmarek konan jî xistin û di encamê de zarokek birîndar bû.

Her di çarçoveya operasyona li kampa Holê de, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro di daxuyaniyekê de ragihand, 6 çeteyên ji şaneyên razayî yên DAIŞ´ê hatine girtin û xendekek ku endamên şaneyê ji bo xweveşartinê bi kar dianî, hat dîtin.

Her wiha tekez kir jî, operasyonên lêgerînê ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li kampa Holê berdewam in.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 56 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne. Kampa Holê wek metirsîtirîn kampa li cîhanê tê binavkirin.