Cafer Êmînkî: Namzetê PDK û YNKê yê hevbeş dê ji bo postê Serokomar hebe

Endamê Polîtburoya PDKê Cafer Êmînkî: Ji bo rewşa Iraqê hevtêgihîştineke baş di navbera PDK û YNKê de heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Cafer Êmînkî ji K24ê re ragihand, niha ji bo rewşa Iraqê hevtêgihîştineke baş di navbera PDK û YNKê de heye û ji bo posta Serokomariya Iraqê dê carê namzetê wan ê hevbeş hebe.

Endamê Polîtburoya PDKê Cafer Êmînkî derbarê postê Serokomarê Iraqê ji K24ê re got, pêştir hevtêgihîştin di navbera PDK û YNKê de tune bû, lê niha serkirdatiya her du aliyan dibînin ku rewşa Iraqê ne di wê astê de ye ku PDK û YNKê li ser postekê nakokî di navbera wan de hebe.

Cafer Êmînkî diyar kir, niha hevtêgihîştineke baş di navbera PDK û YNKê de heye û ji bo postê Serokomarê Iraqê, dê namzedekî Kurd yê hevbeş hebe.

Her wiha got: “PDK şer ji bo postan nake, lê belê em şer ji bo pirsa Kurd dikin, ne ku ji bo berjewendiyên partîtî.”

Fly Erbil Advertisment