Koşka Spî topbaranên Îranê bi tundî şermezar kir

Koşka Spî ya Amerîkayê topbaranên Îranê yên li ser navçeyên Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dike û weke êrîşkirina li serweriya Iraqê û gelê wê bi nav dike.

Koşka Spî
Koşka Spî

Hewlêr (K24) – Koşka Spî ya Amerîkayê topbaranên Îranê yên li ser navçeyên Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dike û weke êrîşkirina li serweriya Iraqê û gelê wê bi nav dike.

Îro çarşemê 28ê Îlona 2022yan, di daxuyaniyekê de Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan êrîşên Îranê yên li ser navçeyên Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û piştevaniya Washingtonê ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir.

Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê diyar kir, Koşka Spî berdewam dibe li ser sepandina sizayan li ser Tehranê, ji bo rawestandina liv û tevgerên wê yên têkbirina asayîş û seqamgîriya navçeyê.

Jake Sullivan tekezî li ser wê yekê jî kiriye ku rêzgirtina li serweriya yekparçeyiya welatên cîran li ser bingehên cîgirkirî yên beyannameya Neteweyên Yekbûyî ye.

Îro çarşemê 28ê Îlona 2022yan, Îranê bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê kirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, di encama êrîşên Supaya Pasdaran li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de li Koye û Pirdê, 9 kes şehîd bûn û 32 kes jî birîndar bûn.