Washington: Welatiyekî Amerîkî di êrîşên Îranê de canê xwe ji dest da

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, welatiyekî Amerîkî di êrîşên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê de hat kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, welatiyekî Amerîkî di êrîşên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê de hat kuştin.

Beriya niha Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Washingtonê eşkere kiribû ku welatiyekî Amerîkî di bombebaranên Îranê de li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Wezareta Derve ya Amerîkayê zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê piştrast kir û ragihand, ji ber êrîşên Îranê yê li se Herêma Kurdistanê welatiyê bi navê Umer Mehmûdzade ku Kurdekî Rojhilat e û welatiyê Amerîkayê ye, di êrîşên Îranê yê ser Herêma Kurdistanê de canê xwe ji dest da.

Umer Mehmûdzade temen 59 salî bû û di salên nodî de li Amerîkayê dijiya û ji ber êrîşên roja çarşemê yên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest da.