Partiyên Bakurê Kurdistanê êrîşên Îranê şermezar dikin

Partiyên Kurd yên li Bakurê Kurdistanê, êrişên Îranê ku li Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û bi mûşekan li Herema Kurdistanê kir, bi tundî şermezar kirin û palpiştiya xwe ji bo raperîna azadîxwaz ya gelê Kurd ragihandin.

Diyarbekir (K24) - Partiyên Kurd yên li Bakurê Kurdistanê, êrişên Îranê ku li Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û bi mûşekan li Herema Kurdistanê kir, bi tundî şermezar kirin û palpiştiya xwe ji bo raperîna azadîxwaz ya gelê Kurd ragihandin.

Êrişên Îranê yên li ser gelê Kurd yê Rojahilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hatin kirin, ji Bakurê Kurdistanê ve jî, ji nêzîk ve tê şopandin û partiyên Kurd bi gotar û daxuyaniyan, êriş şermezar kirin.

Sekreterê Giştî yê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê (Herekta Azadî) Metîn Pîranî balê kişand ku Îran dîroka xwe bi êrişkirina Kurdan nikare berdewam bike.

Metîn Pîranî ji K24ê re ragihand: “Niha li nav xaqa Îranê û bi taybet jî Kurdistanê raperîneke Kurdî û Kurdistanî heye û van êrişên xwe jî bi wan ve girê didin û êriş dikin. Em wan êrişan bi tundî şermezar dikin û bi awayekî vekirî dibêjin: ‘em li gel partî û welatîyên li Rojhilatê Kurdistanê ne.’”

Serokê Giştî yê Partiya Kominîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî, wan êrişan şermezar dike û piştgiriya xwe ji bo gelê îran û Rojhilatê Kurdistanê radigihîne ku daxwaza maf û azadiyên mirovî dikin.

Sînan Çîftyurek ji K24ê re ragihand: “Rejîma Îranê ya dagirker û rejîma Tirkiyê, bila baş bizanibin ku meseleya Kurd û Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê ye, li Bakurê Kurdistanê ye, li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê nîne. Ev mesele di hundirê welatên we de ye. Loma jî ew êrişên wan yên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê tu çareseriyekî heta îro peyda nekiriye û nake jî. Bangewaziya me ji wan dewletan re ye ku vegerin navxwe, neknikê li xwe bigirin û kêşeya xwe, birîna xwe û meseleya Kurd li nav xwe çareser bikin.”

Hêjayî gotinê ye ku li gel ku di peyamên  li ser medya civakî û medyayê de ew êriş hatin şermezar kirin, Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK, Partiya Maf û Azadiyan Hak-Par û partiyên din yên Kurdistanî jî bi daxuyaniyan êrişên Îranê şermezar kirin.