Di meha Îlonê de 282 kes li navçeyên cuda ên Sûriyê hatin kuştin
Ji nava wan 147 sivîl in
Navenda Nûçeyan (K24) – Di meha Îlona 2022an de 282 kes li navçeyên cuda ên Sûriyê hatin kuştin, ji nava wan 147 sivîl in.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di meha Îlona borî de 147 sivîl li navçeyên cuda yên Sûriyê hatine kuştin, ji nava wan 26 zarok û 17 jin in.
Her wiha diyar kir, 41 leşkerên rêjîma Sûriyê, 20 çekdarên grûp û mîlîşyayên ser bi rêjîmê ve, 12 çekdarên DAIŞê, 19 grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê, 5 cîhadîst, 31 şervanên HSDê, 2 leşkerên Tirk û 5 kesên din ên nenas hatine kuştin.
Rewan dibêje, tevî hemû hewlên ji bo dîtina çareseryê, rawestandina destdirêjiya di karûbar û pêşeroja Sûriyê de, biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî û peymanên agirbestê, şer, alozî û rijandina xwînê li ser axa Sûriyê berdewam e.
Rewangeh ji ber vê yekê, bang li aliyên navdewletî dike ku bi cidî û bi berdewamî kar ji bo rawestandina şer, pevçûnan û rijandina xwîna gelê Sûriyê bikin.