262 milyon Dînar ji bo çareseriyên berketiyên çekê kîmyayî tê xerckirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê 262 milyon Dînar xerc dike ji bo çareseriyên bijîşkî ji berketiyên çekê kîmyayî re bêne kirin.
Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, di çarçoveya giringîpêdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qurbaniyên kîmyabaranê de, bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî 262 milyon Dînar hat xerckirin ji bo çareseriyên bijîşkî û neştergerî ji berketiyên çekê kîmyayî re bêne kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, xerckirina vê birê pereyan, ji budceya Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Helebê dibe, bi hevahengiya di navbera Wezareta Tendirustî û Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan de.