Li Mûşê qedexe hat ragihandin

Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê heta 12ê Cotmehê hemû kombûn, çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê hatin qedexekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê heta 12ê Cotmehê hemû kombûn, çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê hatin qedexekirin.

Parêgariya Mûşê bi daxuyaniyekê ragihand: “Ji bilî çalakiyên ku parêzgarî guncaw bibîne û çalakiyên ku sazî û dezgehên fermî li dar bixin, di nav sînorê parêzgeha me de hemû cûre kombûn, meşa xwenîşandanê, daxuyaniya çapemeniyê, kombûna li derve û li cihên girtî, protesto, mîtîng, vedana kon, çalakiya rûniştinê, greva birçîbûnê, merasîma bîranînê, daliqandina poster, pankart û afîşan, belavkirina belavokan hatin qedexekirin.”

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku ev qedexe ji 2ê Cotmehê demjimêr 00:01ê dest pê dike û heta 12ê Cotmehê demjimêr 23:59an, bo 10 rojan berdewan dibe.

Fly Erbil Advertisment