Herêma Kurdistanê û Amerîka rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Amerîkayê bo Karûbarên Bakurê Rojhilatê Sûriyê Nicholas Grainger tekezî li ser girîngiya destpêkirina gotûbêja navbera aliyên Kurdî yên li Sûriyê kirin.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Amerîkayê bo Karûbarên Bakurê Rojhilatê Sûriyê Nicholas Grainger tekezî li ser girîngiya destpêkirina gotûbêja navbera aliyên Kurdî yên li Sûriyê kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro çarşemê 5ê Cotmeha 2022yan, pêşwazî li Nûnerê Amerîkayê bo Karûbarên Bakurê Rojhilatê Sûriyê Nicholas Grainger û şanda pê re kir.
Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Ervin Hicks jî amade bû, guherîn û geşedanên herî dawî yên rewşa giştî ya Sûriye û Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di beşeke din a civînê de tekezî li ser girîngiya destpêkirina gotûbêjên navbera aliyên Kurdî yên li Sûriyê û rêdana azadiya kar û çalakiyên siyasî û rêxistinî li bakurê rojhilatê Sûriyê, hat kirin.