Bi amadebûna Mesrûr Barzanî merasîma konferansa Plana Herêma Kurdistanê bo Mafên Mirovan birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîma konferansa derbasbûna yek salê di ser cibicîkirina Plana Herêma Kurdistanê bo Mafên Mirovan birêve diçe.
Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Cotmeha 2022an demjimêr 10:00, merasîma konferansa derbasbûna yek salê di ser pesendkirin û cibicîkirina plana Herêma Kurdistanê bo Mafên Mirovan birêve diçe.
Hikûmetê roja 15ê Îlona 2021ê, plana Herêma Kurdistanê bo mafên mirovan pesend kir û di 31ê Gulana 2022an, hilmeta ragihandina plana Herêmê bo mafên mirovan hat belavkirin.
Plana Mafên Mirovan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zimanên Kurdî û Erebî heye û 46 Rêveberên Giştî ji bo cîbicîkirina plana mafên mirovan hatine destnîşankirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê budce ji bo cîbicîkirina wê planê terxan kiriye û heta niha 20 workşop û panel li ser Plana Mafê Mirovan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine lidarxistin û herwiha 21 civîn û hevdîtin jî derbarê Plana Mafê Mirovan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine kirin.
Plana Mafên Mirovan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 27 beşan pêk tê û li ser nehiştina cudahiya regezî, tundûtûjî, sivikatî û reftarên nemirovane ye.
Ji koma 389 rasperdeyên ku arasteyî Herêma Kurdistanê hatine kirin, 179 rasperde hatine cîbicîkirin û 210 pêşniyar jî niha tên cîbicîkirin.
Herêma Kurdistanê û Brîtaniyayê li ser wê yekê li hev kirine ku piştgiriya vê planê bikin ku Kordînatorê Raspardeyên Navdewletî serperiştiya vê plane dike.