Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê şewata nexweşxaneyekê de pêwendî bi Wezîrê Tendirustiyê kir

Piştî şewata li nexweşxaneyeke taybet a li Hewlêrê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê pêwendî bi Wezîrê Tendirustiyê kir û ew raspard ku ji nêz ve rewşê bişopîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Piştî şewata li nexweşxaneyeke taybet a li Hewlêrê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê pêwendî bi Wezîrê Tendirustiyê kir û ew raspard ku ji nêz ve rewşê bişopîne.

Ragihandina Wezareta Tendirustiyê eşkere kir, îşev Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî raspard ji bo her pêwîstiyeke bilez ji aliyê sazî û dezgehên pêwendîdar ve ji bo parastina giyanê nexweşan û kontrolkirina bilez a şewatê û kêmkirina ziyanên bûyerê.

Herwiha di pêwendiya telefonî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî lipeyçûna ji bo rewşê, hêviya silametiyê ji bo her kesî xwest û tekez kir ku divê giyanê welatiyan were parastin.

Fly Erbil Advertisment