Li Kerkûkê serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê kuştina serkirdeyekî DAIŞê li Kerkûkê ragihand.
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê kuştina serkirdeyekî DAIŞê li Kerkûkê ragihand.
Di daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê de hat eşkerekirin: “Di proseyeke serbazî ya bêhempa de, cîgirê serbazî yê Kerkûkê terorîst Ebû Mistefa û du hevalên wî, bi hevkariya ligel Fermandariya Operasyonên Hevbeş, hatin kuştin.”
Herwiha hat eşkerekirin, operasyon li nav xaniyekî li Wadî Zixîton a li parêzgeha Kerkûkê bûye û bi rêya firokeyekê hatine armanckirin.