Mesrûr Barzanî daxwazekê arasteyî mamosteyên olî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û nûnerên hemû pêkhateyên olî û etnîkî yên Herêma Kurdistanê beşdarî merasîma ji bo bîranîna ji dayikbûna pêxemberê îslamê Hezretî Muhemed (Silava Xwedê liser be) bûn û daxwaz ji mamosteyên olî kir, “rê nedin kes yan grûpan ku ola pîroz a Îslamê yan jî oleke din ji bo ajandayên siyasî werin bikaranîn.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî û serkirdeyên olî û etnîkî yên Herêma Kurdistanê îro yekşemê li bajarê Hewlêrê, beşdarî li merasîma jidayikbûna pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemmed (Silava Xwedê li ser be ) kirin.

Di merasîmê de Mesrûr Barzanî gotarek peşkeş kir û ragihand, “Ez xwe bi rûmet dibînim ku îro ji bo pîrozkirina vê salvegera pîroz a dawîn Pêxemberê Xwedê, rêberê mirovahiyê Hezretî Muhammed (Silavên Xwedê li ser bin) di xizmeta we de me.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Îro, gerek em gişk bextewar bin ku Xwedê ev kerem daye meriva. Lê em binêrin ka Pêxember Silava Xwedê li ser be) di jiyana xwe de çi kiriye û çi şîretên wî ji mirovan re kirine.”

Destnîşan kir jî: “Pêxemberê Îslamê (Silava Xwedê li ser be) ji bo rûbirûbûna newekheviyê, ji bo rûbirûbûna zilmê, ji bo rûbirûbûna binaxkirina jinan hat, ji bo ku ev bendeya Xwedê nebe koleyê tu kesî, ji bilî ku bibe olê pêşxistina exlaqê û nirxên bilind, Îslam ola mirovahiyê û Xweda, îbadet û parastina nirxên bilind ên exlaqî ye. Divê civakbûna gelan, têkiliya gelan li ser esasê jiyana hevbeş û evînê bê avakirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li wê yekê kir: “Ez gelek kêfxweş im ku îro em li Kurdistanê xwedî nirxên pîroz in ku hemû ol li Kurdistanê bi azadî bi hev re dijîn.”

Her wiha daxwaz ji mamosteyên olî jî kir, rê nedin kes yan grûpan ku ola pîroz a Îslamê yan jî oleke din ji bo ajandayên siyasî werin bikaranîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam û bê cudahî xizmeta hemû ol û mezhebên li Herêma Kurdistanê dike.”