“Herêma Kurdistanê nabe faktora pirsgirêkan li navçeyê”

Hewlêr (K24) – Beşek ji saziyên medyayî yên Îranê, hikûmet û medyaya Herêma Kurdistanê bi wê yekê tometbar dikin ku di bûyerên nava Îranê de, li dijî Komara Îslamî ya Îranê bêalî bûne. Lê Birîkarê Wezareta Rewşenbîrî û Lawanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê yekê red dike û dibêje: “Îran cîranekî me ye û Herêma Kurdistanê ti carî ji wî welatî re nabe jêdera metirsiyan.” Derbarê medyayê de jî, Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê tekez dike ku medyaya Herêma Kurdistanê bi awayekî pîşeyane rûmala nûçeyan kirine.

Birîkarê Wezareta Rewşenbîrî û Lawanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Salar Osman ji K24ê re ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti carî alîgirî nekiriye û bi berdewamî rola xwe ya hikûmetdarî girtiye ji bo çêkirina kanaleke diyalogê ji hemû aliyan re.”

Got jî: “Hebûna aliyên opozîsyona Îranê li Iraqê, ji berî hebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Herêma Kurdistanê jî ti carî nebûye penageha ti hêzeke opozîsyonê û bi şer re nebûye. Her wiha ne bi wê yekê re ye ku bibe faktora pirsgirêkan li navçeyê.”

Gelê Kurd û serkirdayetiya wê ya siyasî hevkariyên Komara Îslamî ya Îranê di şoreşa sala 1991ê de ji bîr nekirine, lê belê ligel wê jî daxwaz dikin ku xaka Herêma Kurdistanê nebe meydana çareserkirina kêşeyên navçeyî, ji ber ku welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Derbarê rûmalkirina medyayî de jî, ku medyayên Îranê wê bi ji destdana karê pîşeyî tohmetbar dikin, Neqîbê Sendîkaya Rojnamevanan got ku, karê medyaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîşeyî û dûrî alîgiriyê ye.

Neqîbê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Azad Heme Emîn ji K24ê re got: “Medyaya Herêma Kurdistanê bi ti awayî nebûye alîgir di van aloziyan de. Du erkên sereke li ser milî medyaya Herêma Kurdistanê ne. Yekem, parastina Herêma Kurdistanê. Duyem jî, gihandina zanyariyan e. Em wek Sendîka, pêwendiya me bi hemû medyayan re heye û ezmûna baş a medyaya Herêma Kurdistanê heye û karîne bi pîşeyane kar bikin.”

Navê Kurdistan24 di hin dezgehên ragihandinê yên Îranê de hatiye û bi wê hatiye tohmetbarkirin ku di wan bûyeran de alîgirî kiriye. Bi taybetî piştî êrîşa mûşekî ya Komara Îslamî ya Îranê li ser Herêma Kurdistanê di du hefteyên borî de.

Rêvebirê Giştî yê Saziya Kurdistan24ê Ehmed Zawîteyî ragihand, Kurdistan24 bi şêweyekî profesyonel bûyerên navçe û cîhanê rûmal dike û rexneyên desthilatdar û opozisyona Îranê jî belgeya wê yekê ye ku me bi awayekî bêalî rûmal kiriye.