Hikûmet xerciyên 450 xwendekarên xwedî pêwîstiyên taybet dabîn dike
Fermangeha Medya û Zanyarî ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkariya xwendekarên xwedî pêwîstiyên taybet, bi rêya Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, otobusa veguhestina bêpere ji bo 450 xwendekarên xwedî pêwîstiyên taybet dabîn kir.
Hewlêr (K24) – Fermangeha Medya û Zanyarî ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkariya xwendekarên xwedî pêwîstiyên taybet, bi rêya Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, otobusa veguhestina bêpere ji bo 450 xwendekarên xwedî pêwîstiyên taybet dabîn kir.
Îro duşemê 10ê Cotmeha 2022yan, Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji zarê Serperişyara Perwerdehiyê ya li Dîwana Wezareta Kar û Karûbarên Civakî Tanya Cemal ragihand: “Rojane bi rêya 50 otobusan, hatûçûna 450 xwendekarên xwedî pêwîstiyên taybet tê kirin, ku nişteciyên derve û nav bajarê Hewlêrê ne.”
Tanya Cemal diyar kir, tevî dabînkirina otobusên veguhestinê ji bo hatûçûna xwendekaran, hikûmet mehane xerciyên berîka wan jî ji bo wan xwendekaran dide û alîkariya darayî dike, da ku bargiranî li ser malbatên wan çênebe.
Herwiha eşkere kir: “Xwendekar ji pola yekem heta pola nehem in, ku li peymangeh û navendên ser bi Wezareta Kar û Karûbarên Civakî dixwînin.”
Di nûçeya Fermangeha Medya û Zanyarî de hatiye destnîşankirin, mehane li Navenda Roşa bo Zanistên Kompoterê, kursa fêrbûna komputerê û telefona zîrek ji bo nabînayan tê vekirin, nabîna fêrî bikaranîna kumputer, keybord û telefonên zîrek dibin. Ev jî ji bo wê yekê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bi vê rêyê xizmeta zêdetir ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet bike.