Li bajarê Edeneyê 7 bergûmanên DAIŞê hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Edeneyê yê Tirkiyê heft bergûmanên DAIŞê hatin desteserkirin.
Li bajarê Edeneyê di çarçoveya lêpirsîneka li dijî DAIŞê de, asayîşa wî bajarî operasyoneka berfireh kiriye û avêtiye ser malan.
Di encama operasyonê de heft bergûmanên DAIŞê hatine desteserkirin.
Hat ragihandin ku bergûmanên DAIŞê pêştir li Sûriye û Îraqê xebatên rêxistinî kirine.