Li ser navê Keça Kurd Hêlîn Palandoken pirtûkxane hate vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Keça Kurd Helîn Palandoken li Stenbolê di sala 2017an de li pêş dibistanê ji aliyê xoşewîstê xwe yê berê ve bi awayekî hovane hatibû kuştin. Piştî 5 salan bi ser kuştina wê re bi xebata bavê wê û dam û dezgehên medenî li ser navê Hêlînê Pirtûkxaneyek hate vekirin. Bavê hêlîn di vekirina pirtûkxaneyê de bang li desthilatê dike da ku yasayek bê derxistin û pêşî li ber çekdarbûna medeniyan ya takekesî bê girtin.

Xwendekara Kurd Hêlîn Palandoken, li Stenbolê hê di 17 saliya xwe de ji ber ku dev ji hev berdan ji aliyê xoşewîstê xwe ve bi tifingê di 13ê Cotmeha 2017an de hate kuştin. Hêlîn beriya bê kuştin li ser hesabên xwe yên medya civakî nivîsandibû "ez ditirsim derkevim derve" lê nizanibû wê rojê dema ji dibistanê derket wê mirin li benda wê be. Bi ser kuştina Hêlîn re 5 sal derbas bûn lê 2 sal berê kûjer bi 28 sal û 6 mehan hate sizadan. Bavê Hêlîn, Nîhat Palandoken ji bo mafê keça xwe dev ji têkoşînê berneda û hemû Tirkiye li dora kom kir. Ji Ak Partiyê bigirin heta CHP, HDP, Partiya ÎYÎ û yên din bi beşdariya gelek aliyên cûda yên siyasî li ser navê Hêlîn Palandoken pirtûkxaneyek vekir da keçên din yên ciwan neyên kuştin û bi awayekî yasayî pêşî li ber çekdarbûna medeniyan ya takekesî bê girtin.

Bavê Hêlîn Palandoken, Nîhat Palandoken ji K24ê re got: “Ji bo navê Hêlîn û têkoşîna wê zindî bihêlin me ev pirtûkxane vekir. Hêlîn hate qetilkirin em naxwazin keçeke din wisa bê kuştin. Hemû aliyên siyasî li vir kom bûn bi saya Hêlîn. Bo pêşîlêgirtina çekdarbûna medeniyan em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û em ê peymana Stenbolê jî karîger bikin careke din. Niha hin kes dibêjin; gelo ji ber ku Hêlîn Kurd û Elewîye ewqas bala herkesî li ser vê bûyerê ye.’ Her kî çi dibêje bila bêje, lê em wek malbateke Kurd bi Kurdbûna xwe serbilind in û em ê mafên xwe bidest bixin.”

Li gorî amarên fermî di 10 salan de li Tirkiyê 2534 jin hatine kuştin. Tenê di sala 2021an de ji 280 jinan, 143 jê bi çekan hatin kuştin. Komeleyên Jinan jî bang li desthilatê dikin da ku pêşî li ber çekdarbûna medeniyan ya takekesî bê girtin.

Berdevka Platforma “Em ê Kuştina Jinan Rawestînin” Fîdan Ataselîm dibêje: “Em her meh daneyên derbarê kuştina jinan de parve dikin. Hikûmetê jî çav li me kir û wan jî dest pê kir. Her tişt diyar e. Kuştina jinan zêdetir bi çekên medeniyan pêk tên, naxwe bi yasayekê çekdarbûna takekesî qedexe bikin. Hingê em dê pê bawerbin ku ev desthilat ji dil parastina keçên wekî Hêlînê dike.”

Pirtûkxaneya li ser navê Hêlîn Palandoken li navçeya Stenbolê Pendîkê hate vekirin û tê xwestin ev pirtûkxane bibe wekî navendeke çandê û hemû kes bi xwendinê û rêya zanyariyê li dijî zilma hember jinan dengê xwe derxin û bilind bikin. Di vekirina pirtûkxaneyê de ji partiya desthilatê bigirin hemû partiyên li eniya muxalefetê û dam û dezgehên jinan amade bûn.