Tirkiye derbarê biryarnameyekê de Amerîkayê şermezar dike
Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê biryarnameya Amerîkayê ya li ser “Operasyona Kaniya Aştiyê” ya Tirkiyê ya li bajarên Serêkanî û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê biryarnameya Amerîkayê ya li ser “Operasyona Kaniya Aştiyê” ya Tirkiyê ya li bajarên Serêkanî û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.
Amerîkayê biryarnemeya xwe ya ku derbarê operasyona Tirkiyê ya di Cotmeha 2019ê de bi navê “Kaniya Aşitiyê” li bajarên Serêkanî û Girêspî yên Rojavayê Kurdistanê di salvegera operasyonê de, 12ê Cotmeha 2022an dûbare kir. Di wê biryarnameya Amerîkayê de hatiye destnîşankirin ku Tirkiye bi vê operasyona xwe ziyan gihandiye têkoşîna li dijî DAIŞê û gefê li ser aramî, aştî û ewlehiya navçeyê dike.
Wezareta Derve ya Tirkiyê îro 13ê Cotmeha 2022yan bi daxuyaniyekê dubare weşandina wê biryarnameyê ji aliyê Amerîkayê ve şermezar dike û dibêje: “Amerîkayê Biryarnameya xwe Serokayetiyê ku ji Cotmeha 2019ê ve bi sernavê 'Rewşa Awarte ya Netewî' diweşîne, di 12ê Cotmeha 2022ê de careke din weke xwe dubare kir. Em vê biryarnameya ku têde derbarê welatê me de îdia û amejeyên bê bingeh hene, şermezar dikin.”
DI BIRYARNAMEYÊ DE ÇI TÊ GOTIN?
Di biryarnameya Amerîkayê de ku sala borî jî ji Kongreyê re hatibû pêşkêşkirin, tê gotin: “Derbarê rewşa Sûriyê û mijarên li Sûriyê de, bi taybetî çalakiyên leşkerî yên hikûmeta Tirkiyê yên li Rojhilatê Bakurê Sûriyê, astengiyan li dijî têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ya li Sûriye û Iraqê çêdike û metirsiyê li ser sivîlan çêdike. Gefê li aştî, aramî û ewlehiya navçeyê dixwe. Herwiha bi awayekî neasayî gefê li ewlehiya nîştimanî ya Amerîkayê û polîtîkaya wê ya derve dixwe û ev yek berdewam e.”