Li Parlamentoya Tirkiyê yasaya "Rûbirûbûna Zanyariyên Nerast" hat pesendkirin

Li gor vê maddeyê kesê ku zanyariyeke li dijî aştiya giştî û zanyariyeke nerast belav bike dê ji 1 salê heta 3 salan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Parlamentoya Tirkiye "Yasaya Rûbirûbûna Zanyariyên Nerast" hat pesendkirin, li gor vê maddeyê kesê ku zanyariyeke li dijî aştiya giştî û zanyariyeke nerast belav bike dê ji 1 salê heta 3 salan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Roja pêncşemê 13ê Cotmeha 2022yan xala 29emîn a "Yasaya Rûbirûbûna Zanyariyên Nerast" li Parlamentoya Tirkiyê bi dengên AK Partî û MHPê hat pesendkirin.

Li gor vê yasayê, kesekî zanyariyeke dijî aştiya giştî û zanyariyeke nerast belav bike dê ji 1 salê heta 3 salan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Di yasayê de hatiye diyarkirin: “Tenê ji bo belavkirina tirs, xof û nîgeraniyê di nav xelkê de, kesê ku zanyariyên nerast ên li dijî ewlehiya navxwe û derveyî welat, li dijî nîzama giştî û tendirustiya giştî ku aştiya giştî xera dike belav bike, dê ji 1 salê heta 3 salan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin.”