Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê zindanê da Selahattîn Demîrtaş
Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê, bi hinceta ku “heqaret li karmendekî dewletê” kiriye, 2 sal û 6 meh ceza da Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş.
Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê, bi hinceta ku “heqaret li karmendekî dewletê” kiriye, 2 sal û 6 meh ceza da Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş.
Selahattîn Demîrtaş di meha Çileya 2020ê de di dema birêveçûna dozê de ji bo Serdozgerê Komarê yê Enqerê Yuksel Kocaman, gotibû “Dê heyam biguhere, xelk heye. Dema sindoq hat danîn, dê li ser çiyayên we yên ku hûn pê bawer dikin berf bibare, hûn ê hesabê van hemûyan li pêş darazê bidin.”
Li dijî Demîrtaş, ji ber van gotinan bi hinceta “heqaret li karmendekî dewletê kiriye û wî hedef nîşan daye” doz hat vekirin.
Dadgehê piştî parastina Demirtaş û parêzeran biryar da bi hinceta “heqaret li karmendekî dewletê kiriye û wî hedef nîşan daye” 2 sal û 6 meh ceza bi ser Demirtaş de were sepandin.