Yusuf Kaplan di “Hevdîtina Heftemîn a Aliman" de li dijî navê 'Kurdistan'ê derket

Yusuf Kaplan
Yusuf Kaplan

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskarê Yenî Şafakê Yusuf Kaplan di “Hevdîtina Heftemîn a Aliman” li bajarê Diyarbekirê de, nerazîbûna xwe li hemberî navê “Kurdistan” a li ser tabelaya mêvanên hatiye nivîsandin, nîşan da.

Li Diyarbekirê, ji aliyê Yekitiya Medrese û Zanayên Olî ve Heftemîn Hevdîtina Navdewletî tê lidarxistin. Ji çar aliyên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê nêzîkî 600 zanayên olî di konferansê de beşdar in.

Ji bo kesayetiyên ku ji Herêma Kurdistanê beşdarî konferansê bûne, navê Kurdistan li tabelaya wan hatiye nivîsandin, ev yek jî li cem nivîskarê Yenî Şafakê Yusuf Kaplan bûye cihê nerazîbûnê.

Lêkolîner û nivîskarê Yenî Şafakê Yusuf Kaplan di civîna yekem a konferansê de got: “Nav li gorî welatan têne tomarkirin. Li vir Pakistan, Efxansitan, Iraq, Sûriye, Yemen hwd hene. Nav li gorî welatan têne tomarkirin, Kurdistan jî ji bo birayên me yên Kurd ên ji Iraq, Sûriye, Îranê hatine nivîsandin. Ev dikare ji me re pirsgirêkan derbixe.”