Gulser Yildirim piştî 6 salan hate azadkirin

Gulser Yildirim
Gulser Yildirim

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentera berê ya Mêrdînê ya HDPê Gulser Yildirim ji girtîxaneya Kandirayê hate azadkirin.

Gulser Yildirim, di 4ê Cotmeha 2016ê de hatibû zindanîkirin û bi tohmeta bangeşekirina PKKê, 7 sal û 6 meh cezaya zindanîkirinê li wê hatibû birîn.

Her çend e dema cezaya Gulser Yildirimê berî çar mehan temam bûbû, lê digel vê yekê jî biryara azadkirina wê nedihat dayîn.