Parêzgarê Hewlêrê: Me ji bo metirsiyên lehiyê budceyeke taybet terxan kir

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, îsal ji bo kêmkirina metirsiya rabûna lehiyê, çendîn proje û rêrewên avê li parêzgeha Hewlêrê hatine çêkirin û budceya taybet ji bo vê mebestê hatiye terxankirin.

Hewlêr (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, îsal ji bo kêmkirina metirsiya rabûna lehiyê, çendîn proje û rêrewên avê li parêzgeha Hewlêrê hatine çêkirin û budceya taybet ji bo vê mebestê hatiye terxankirin.

Omêd Xoşnaw di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Ji bo kêmkirina metirsiyên lehiyê li Hewlêrê, îsal çendîn projeyên girîng hatin encamdan, ji bo metirsiyên lehiyê bi cidî kar hatine kirin.”

Xoşnaw diyar kir: “Tiştê di şiyana hikûmetê de bû hat kirin û metirsiyên lehiyê hatiye kêmkirin.”

Li ser vê mijarê, Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê û Serokê Lijneya Rêgirtina li Dirustbûna Lehiyê Mesûd Kareş ji K24ê re ragihand: “Ew pereyê ku li ber destê me bû, bi ser navçe û nahiye û navenda bajêr de hat dabeşkirin, ji bo her sînorek li gor pêwîstiyê budce hat diyarkirin.”

Mesûd Kareş destnîşan kir ku ji bo metirsiyên lehiya li sînorê deşta Hewlêrê 15 milyar Dînar hatiye terxankirin.

Herwiha eşkere kir, piraniya projeyên ku ji bo kêmkirina metirsiyên lehiyê li Hewlêrê têne cîbicîkirin, hatine temamkirin.