Paşperdeya Vekişîna Rusyayê Ji Xersonê
Stenbol (K24) – Rûsya bi biryarekê ji nişkave ji Xersonê vekişiya. Her çiqas Ukreyna, NATO û Amerîka vê yekê wekî serkeftinekê binirxînin jî li gor hin pisporên siyaseta navdewletî, Rûsya ne ji ber neçarî wek stratejiyeke şer ji Xersonê derketiye û derbasî aliyê giringtir yanî milê çepê yê rûbarê Dînîproyê bûye.
Xersona ku ji destpêka şerê Ukreynayê vir ve ketibû bin kontrola Rûsyayê careke din kete bin kotrola Ukreynayê bi vekişîna Rûsyayê ya ji vî bajarî. Her çiqas Serok Dewletê Ukreynayê Voladîmîr Zelensky, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, Amerîka û welatên Ewrûpayê vê vekişînê wekî serkeftinekê binîrxînin jî ji aliyê Rûsyayê ve mijara vekişînê ne wisa tê şîrovekirin û heta bi ser de Wezeareta Berevaniyê ya Rûsyayê dibêje; bi vê vekişînê Rûsya biçûk neketiye, statûya herêmê negûheriye û Xerson bi awayekî yaseyî parçeyek ji xaka Rûsyayê ye.
Pisporê pêywendiyên navdewletî Mustafa Kemal Erdeol ji K24ê re got: “Bi baweriya min sê sedemên vekişîna Rûsyayê hene ya ji Xersonê. Ya yekê; Ligel ragihandina seferberiyê jî Putîn nekarî hêzeke nû derbasî Xersonê bike. Didû; Li jêr rewşa awarte jî bi mehan hîç nekarî vî bajarî bi rêve bibe ji ber reaksiyona niştecihên Xersonê. Sisê; Gelek çekên giran hatin ber destê artêşa Ukreynayê. Loma Rûsya neçar ma vekişe ji Xersonê; ev ne vekişîneke taktîkî ye wek destpêka şer ku car caran ev rêbaz bikar dianî.”
Li gor xwendina Amerîka û NATOyê ji ber ku Rûsya hem di warê leşkerî û hem jî di warê aborî de di bin fişareke giran de ye neçar maye ku ji Xersonê derkeve. Lê hin pisporên siyaseta navdewletî jî ne di wê baweriyê de ne.
Pisporê pêywendiyên navdewletî Mustafa Pekoz dibêje: “Berevajî Amerîka û NATOyê, Rûsya ne ji ber ku neçar ma ji Xersonê derket. Rûsyayê giraniya xwe da aliyê çepê yê Robarê Dînîpro. Ev statejiyeke şer e. Jê re ew der girîngtir e. Aliyê ku jê vekişiyaye kes lê nîn e. Ne ku Ukreyna bi hêz bûye û Rûsya reviyaye. Li aliyê din di nava Amerîka û Rûsyayê de hevdîtinên veşartî hatin kirin. Amerîkayê ji Rûsyayê xwest ji bo destpêkirina muzakereyan gavekê biavêje. Rûsyayê jî ev gava sembolîk avêt.”
Xerson, wek herêmên Donetsk, Luhansk û Zaparojayê di 30ê Îlonê de bi rêya pesendkirina Serok Dewletê Federasyona Rûsyayê Vîlademîr Putîn hatibû îlhaqkirin.
