Li Rihayê ji bo 15 rojan her cure çalakî hatin qedexekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî operasyona Tirkiyê li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, her cure çalakî û xwepêşandan li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê hatin qedexekirin.

Parêzgariya Rihayê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, di ajans û medayaya nêzikî PKKê de banga xwepêşandana li dijî operasyonên arteşa Tirkiyê yên li Rojavayê Kurdistanê û li ser sînorê Başûrê Kurdistanê hatiye kirin, ji ber vê yekê jî di nav sînorê Rihayê de her cure çalakî û xwepêşandan, kombûn, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, grevên birçîbûnê, çalakiya rûniştinê, mitîng, ji bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Rihayê, qedexe ji îro 15ê Mijdara 2022an ve dest pê dike û heta 15 rojan berdewam dibe.

Riha yek ji wan bajarên Bakurê Kurdistanê ye ku dikeve ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ye û arteşa Tirkiyê berî du rojan li dijî Kobanê, Dêrik, Dirbêsiyê, Eyn Îsa û Til Rifetê operasyoneka berfireh a asmanî dabû pêk anîbû.