Gencên Tirkiyê dixwazin terka welatê xwe bikin

Qeyrana aborî û siyasî ya Tirkiyê, her roja ku diçe li ser gêncan rê li ber bêhêvîbûnê vedike.

Stenbol (K24) - Qeyrana aborî û siyasî ya Tirkiyê, her roja ku diçe li ser gêncan rê li ber bêhêvîbûnê vedike. Li gorî rapirsînekê ji sedî 76ê gencên ku ji dahatûya xwe bê hêvî ne, xwe amade dikin ku terka Tirkiyê bikin.

Li gorî rapirsiyekê ji ber enflasyon, bêkarî, nediyariya rewşa aborî û gengeşiyên siyasî ji sedî 76ê gêncên li Tirkiyê dijîn ger derfet bi dest bikeve wê terka welêt bikin. Digel vê yekê ji sedî 96,3yê welatiyên li Tirkiyê dijîn jî bi tu awayî ne bextewar in.

Yek ji wan gencan jî Mîrza Çelîkkaleyê 25 salî ye û ji bajarê Wanê ye. Çelîkkale, piştî ku ji dibistanê derdiçe, di karê avasaziyê de dixebite. 6 xwişk û bira ne û debara malê jî ew tenê dike. Birayekî xwe li Enqerê dide xwendin. Ji sala 2015an de li gelek bajaran geriyaye bo kar. Niha jî li Stenbolê ye û diyar dike; eger derfet çêbibe ew ê terka Tirkiyê bike û biçe Emerîkayê.

Mîrza Çelîkkale ji K24ê re diyar kir: “Ji aliyê aborî ve problemên mezin hene. Ez şahidê wê yeke me ku gelek hevalên min dawî li jiyana xwe anîn li bajarê min Wanê. Belkî hêviya dahatûyê bûn lê ji ber nekarîn debara xwe bikin mirin. Ger derfeta min hebûna ez ê biçûma Losanglesa Amerîkayê. Ew der pêşketî ye û li gorî Stenbolê derfetên kar jî li wir zêdetir in.”

Îrem Demîrata ku ew jî xwendekareke 21 salî ye li zankoyê beşa Radyoterapiyê dixwîne û hewl dide bibe xebatkara tendûristiyê, ji dewleta Tirkiyê bi gilî û gazind e û di wê baweriyê de ye ku dewlet ne li pişta wê ye û mil nadiyê. Loma ew jî ji niha de difikire ku biçe Almanyayê.

Xwendekar Îrem Demîrata dibêje: “Me jî niha behsa vê mijarê dikir. Ez dixwînim xwendekar im. Ji bo stajê em çûne nexweşxaneyê. Lê ji ber ku sigortaya me nîn bû vaksîn li me nexistin. Wisa difikirim ku di vî warî de dewlet ne li pişta min e. Ev tiştekî gelekî xirab e ku îro careke din min ev yek dît. Loma jî eger derfeta min hebûna ez ê jî biçûma derveyi welêt.”

Herwiha Beytullah Sayin jî dibêje: “Dema em li rewşa niha ya welêt meyze bikin çiqas pere jî qezenç bikin têra jiyanê nake. Çi dewlemend çi jî xizan. Her kes derdê terka welêt de ye. Ez jî wisa amadekariyê dikim ku biçim derve.”

Li aliyê din, li gorî amarên Komeleya Sinaiya Nivîsbariya Dîjîtal ya Tirkiyê, di sala 2021an de 30 hezar pisporên nivîsbariyê terka Tirkiyê kirine. Tê diyarkirin ku heger çareseriyek neyê peydakirin heta sala bê egere ku ev hejmar ji 100 hezaran derbas jî bibe.

Stand Up: Wek encamên kompaniyên rapirsînan li kolanên bajarê Stenbolê jî pirraniya gencan ji ber nebûna kar, ji ber metirsiya li ser jiyana wan ya rojane û ya dahatûyê, her ku diçe tirsên wan zêde dibin dixwazin terka Tirkiyê bikin. û li welatekî Ewropayê jiyaneke aram bo xwe damezrînin.