Çanda xwedîkirina kevokan li Diyarbekirê hat nîşandan
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê, cureyên kevokan bi xweşikiya xwe hatin danasîn. Çûkbazên li Diyarbekirê, bal kişandin ku Kevok, di hemû baweriyan de jî, di çanda Diyarbekirê de jî xwedî taybetiyên cuda ne û niha li Diyarbekirê 18 cureyên xwecihî û 3 cureyên din, 21 cure kevok tên xwedî kirin.
Bi mazûvaniya Zûhal Erat, bi navê xwe yê nav çûkbazan, Xuşka Çûkbaz li Diyarbekirê çalakiyeke rengîn hat lidarxistin. Di çalakiyê de, cureyên kevokên ku li Diyarbekirê tên xwedî kirin, ji aliyê Serokê Komeleya Çûkbazên Diyarbekirê Hasan Huseyîn Tûxcû ve hatin danasîn.
Çûkbaz Wehbî Tûşar ji K24ê re got: “Ez dora 30-35 sal in ku kevokan xwedî dikim. Dîroka kevokan li Diyarbekirê piçek kûr e. di baweriya me de jî zêde zêde cîh digire û ji bo wî jî em kevokan xwedî dikin. Di hemû baweriyan de cîh girtine, mesela em behsa Hz Nûh bikin, nîşeneya aşitîyê ye, jê re mizgîniya aşitiyê anî ye. Dîsa gava ku Pêxember Zekeriya Hz. Îsa Vaftîz dike, bi emrê Xweda, melayîket weka kevokan tên cem Hz Îsa ku wî biparêzin.”
Çûkbaz radigihînin ku taybetiyên her çûkekî cuda ye û di dîrokê de jî xuya dibe ku di gişt çand û baweriyan de, balinde ango kevok, bi taybetiyên xwe cîh digirin. Li Diyarbekirê jî hebûyîna ew qas cûreyên kevokan, nîşaneya çanda dewlemend a Diyarbekirê ye.
Çûkbaz Mihem Elî dibêje: “21 cure kevok em xwedî dikin. Ew 21 cure jî her yek ji wan rengên xwe yên cuda jî hene. Hin ji wan reş, sor, sipî û hwd hene. Cureyên wan hemanin lê xwedê rengên wan cuda çêkirye. Her rengekî cuda xweşik in û em ji hemû rengan hez dikin.”
Di çalakiya rengîn a kevokan de, hat ragihandin ku mebest ji vê çalakiyê, danasîna çanda kevnar û dîrokî ya bi kevokan ve girêdayî bi hemû cîhanê ye.