Serdozgerê Dadgeha Bilind daxwaza astengkirina alîkariyên xezîneyê yên ji bo HDPê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serdozgerê Dadgeha Bilind a Tirkiyê daxwaza astengkirina alîkariyên xezîneyê yên ji bo HDPê dike.
Serdozgerê Dadgeha Bilind a Tirkiyê Bekîr Şahîn ku doza girtinê li HDPê vekiribû, niha jî dixwaze hesabên bankê yên HDPê ku alîkariya xezîneyê werdigre, were astengkirin.
Serdozgerê Dadgeha Bilind vê daxwazê di demekê dike, dê di rûniştina Dadgeha Destûra Bingehîn de ku biryar e di 10ê Çile de bi rê ve biçe, gotarek pêşkêş bike û di axaftina xwe de behsa doza girtina HDPê bike.
HDP jî radigihîne, di derheqê mijarê de heta niha çi agahdarkirineke fermî nehgihiştiye ber destê wan û dema bigihe, ew ê li dijî daxwaza Serdozgerî derkevin.