Li Diyarbekirê hêzên asayîşê rê nedan daxuyaniya Mebya-Derê

Li Diyarbekirê ji aliyê Mebya Derê ve hat xwestin ku li navçeya Rezan daxuyaniyek bo çapemeniyê were dayîn. Lê endamên komeleyê ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin dorpêçkirin û rê ji bo daxuyaniyê nehat dayîn.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê Mebya-Derê ve hat xwestin ku li navçeya Rezan daxuyaniyek bo çapemeniyê were dayîn. Lê endamên komeleyê ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin dorpêçkirin û rê ji bo daxuyaniyê nehat dayîn.

Komeleya Kesên Di Dergûşa Şaristaniyê De Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) li Diyarbekir di Xaçerêya navçeya navendî ya Rezan de xwest daxuyaniyek bide çapemeniyê. Ji bo çalakiyê hêzên asayîşê bergiriyên berfireh yên ewlehiyê standin.

Girseya ku ji bo daxuyaniyê kombûbû, pêşî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û paşê ji bo daxuyaniyê rê hat dayîn. Lê dema ku di daxuyaniyê de hat gotin ku “tê îdiakirin Tirkiye li operasyonên dijî PKKê yên Başûrê Kurdistanê de çeken kîmyewî bi kar tîne” hêzên asayîşê daxuyanî qutkirin û rê nedan ku daxuyanî bidome.

Li ser vê yekê kesên ji bo daxuyaniyê kombûbûn belav bûn û daxuyanî bi dawî bû.