Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarbûna Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a Dubayê de, ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê civiya.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarbûna Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a Dubayê de, ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li bajarê Dubayê, ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê Şêx Seyf Bin Zayid Al Nehyan civiya.

Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê û bihêzkirina derfetên alîkarî û karkirina hevbeş di hemû waran de hatin gotûbêjkirin.